Meclisa Jinan a Sûriyê paneleke bi serenavê "Jin di navbera zehmetî û xwe xurtkirinê de " li hola Desteya Jinan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê li darxist.
Di panelê de bi dehan jin û nûnerên sazî û meclisên Rêveberiya Xweser a kantonê beşdar bûn.
Di serî de Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê ya Tebqayê Cuheyne Misto li ser têgînên xwe xurtkirin, xwepêşxistin û girîngî, armanc û zehmetiyên li pêşiya jinan axivî.
Cuheyne Misto got: "Xwebawerkirin û naskirina xalên xurtî û lewaziyê gavên pêşîn ên xwexurtkirinê ne."
Di nîqaşan de zehmetiyên derûnî, hişmendî û civakî yên li pêşiya jinan wekî qeydên adet û kevneperestiyê hatin nîqaşkirin û hat gotin ku guhartin ji mirov de dest pê dike.
Panel bi nîqaş û nêrînên ji aliyê beşdaran ve bi dawî bû.
Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser penceşêra pêsîrê semînerek da
Li aliyekî din jî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Reqayê semînerek li ser penceşêra pêsîrê û girîngiya tedbîrên li hemberî wê li hola Meclisa Bajarê ya Reqayê hat lidarxistin.
Di semînerê de endamên komîteyên Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn.
Semîner ji aliyê endama meclisê ya kombûnê Alaa El Hesen ve hat dayîn.
Alaa El Hesen destnîşan kir ku di vê serdemê de nexweşiya penceşêrê belav bûye û hişyarîkirina der barê wê de ne ji ber tirsê, lê ji ber belavkirina çanda tenduristiyê ye, ew jî bingeha xweparastinê ye.
Di semînerê de sedemên nexweşiyê, cûre û qonaxên wê û rêbazên pêşdîtina wê hatin diyarkirin.
Her wiha li ser rêbazên nûjen ên dermankirinê ku egera serkeftina wan bilind e hat nîqaşkirin.
Alaa El Hesen got ku taqîkirina genîtîk ji bo pêşdîtina nexweşiyê girîng e.
Her wiha radyolojîst Îman El Xelef li ser rêbazên tespîtkirina nexweşiyê û girîngiya şopandina wê semîner da.
Di dawî de panel bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.