UNESCO: Li Efxanistanê xwendin li 2 million û 400 hezar keç û jinan hatiye qedexekirin

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ragihand ku ji ber qedexeyên Talîbanê, li Efxanistanê zêdetirî 2 mîlyon û 400 hezar keç û jin ji mafê xwe yê bingehîn ê perwerdehiyê bêpar mane û ev rewş paşeroja welat dixe xetereyeke mezin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina UNESCO, bi boneya nêzîkbûna salvegera pêncemîn a hatina ser desthilatdariyê ya Talîbanê li Efxanistanê, raporeke berfireh û daxuyaniyeke hişyarkirinê belav kir. Li gorî daneyên fermî yên rêxistinê, piştî biryarên tund ên rêveberiya Talîbanê, deriyên dibistanên amadehî û zanîngehan bi temamî li ser keç û jinan hatine girtin. Ev qedexe niha bandorê li ser jiyana 2 mîlyon û 400 hezar xwendekarên mêvî dike.

UNESCO di raporê de balê dikişîne ku Efxanistan di asta cîhanê de yekem welat e ku tê de xwendina keçan bi fermî hatiye qedexekirin. Rêveberên rêxistinê hişyarî didin ku ev biryar ne tenê zirarê dide mafên mirovan, lê di heman demê de aborî û pergala tenduristiyê ya welat jî ber bi hilweşînê ve dibe, ji ber ku di paşerojê de dê bijîşk, mamoste û pisporên jin çênebin.

Di dawiya raporê de, UNESCO bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dike ku zextên xwe yên li ser Talîbanê zêde bikin da ku ev biryara hov bête betalkirin û mafê xwendinê bi temamî ji bo jinên Efxan bête vegerandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye