Endamê şanda Îmraliyê Faîk Erol: Derî vebûye

Faîk Ozgur Erol, endamê Şanda Îmraliyê, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) yên derbarê qanûna çarçove û gavên ku di dema pêş de têne hêvîkirin werin avêtin, bersivandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Faîk Ozgur Erol, derxistina hin lêpirsîn û dogerıyan ji qanuna çarçove wekî "sînordarkirinek xelet" bi nav kir û diyar kir ku piştî ku qanûn bikeve meriyetê, pêvajoyek dê dest pê bike ku tê de mijarên wekî mafên hemwelatîbûna wekhev, mafê zimanê dayikê, azadiya îfade û rêxistinbûnê û daxwazên demokrasiya herêmî dê werin nîqaş kirin.

Endamê şanda Îmraliyê Erol: Em dikevin pêvajoyeke nû 

Erol diyar kir ku tevî kêmasiyên girîng jî, qanûn bingehek nû ya qanûnî û siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd afirandiye. 

Wî her wiha got ku di dema pêş de dibe ku li ser van mijaran nîqaş û vekirina gavên nû yên siyasî û qanûnî werin kirin. 

Ev qanûn dibe ku bi wateya rast qanûneke aştiyê nebe, lê ew gaveke yekem a girîng e di pêvajoyeke pir girîng de. Ew qanûneke destpêkê ye. Bi vê qanûnê re, cara yekem di dîroka Komarê de, îhtîmala ku Kurd bi rêya pergala yasayî di Komarê de cih bigirin derketiye holê. Ev derî hatiye vekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye