Derbarê Qanûna çarçoveyê ya `Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" de gelek daxuyanî derketin pêş.
Bi taybetî piştî pejirandina qanûna çarçoveyî ji aliyê parlamentoyê ve, li Wezareta Karên Hundir bi rêveberên îdarî û ewlehiyê yên hemû 81 parêzgehan re civînek hat lidarxistin.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş jî beşdarî civînê bû û di civînê de plansaziya ketina meriyetê ya qanûna çarçoveyî û xebatên saziyên dewletê hatin nirxandin.
Numan Kurtulmuş di derbarê pêvajoyê de wiha axivî.
"Di naveroka qanûnê de ti hevok nîne ku zirarê bide serweriya nîştimanî û pêkhateya dewleta yekgirtî.
Ev qanûn ne lêborîna giştî ye.
Armanca sereke ya qanûnê parastina "rûmeta Kurdan û serbilindiya Tirkan" e.
Bêyî ku piştevaniya ti cudahiyeka neteweyî bê kirin."
Bahçelî: Divê pêvajoyên qanûnî di zûtirîn dem de were bicihanîn
Di heman çarçoveyî de jî Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî, piştî pejirandina Qanûnê ya ku ji aliyê Meclîsa Mezin a Tirkiyê ve hat qebûlkirin daxuyaniyek nivîskî da û got:
"Piştî ketina meriyetê ya qanûnê, divê pêvajoyên qanûnî û îdarî yên pêşbînîkirî di zûtirîn dem de werin bicîh anîn.
Divê destûr neyê dayîn ku di navbera saziyan de valahiyên hêz an hevrêziyê çêbibin.
Divê bi tevahî destûr neyê dayîn ku ev derfeta dîrokî bibe qada îstismarkirinê.
Rêya Tirkiyê eşkere ye.