Dermankirina Zeynep Celaliyan tê astengkirin

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e jî rayederên girtîgehê nahêlin were dermankirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Îranê rewşa girtîgehan her ku diçe xrabtir dibe. Tevî zextên li ser girtiyan, girtiyên nexweş nayin derman kirin û nikarin xwe bigihînin derfetên tenduristiyê.

Taybet rewşa jinên girtî rexmî ku tim rojeva raya giştî ya cîhanê de ye ti gav avêtinên erênî ji hêla rêjîmê ve nayê kirin.

Li gorî malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, rewşa tenduristiyê ya girtiya Kurd Zeyneb Celaliyan nebaşe û metirsî li ser jiyana wê heye.

Hat gotin ku piştî 24 saetên emeliyatê, bê ku tedawiya Celaliyan dawî bibe wê li girtîgehê vegerandine û tê gotin ev rewş li ser jiyana wî xeteriyan çêdike. 

Li gorî heman çavkaniyê ji ber nebûna xizmeta tenduristiyê ya pêwîst, nebûna xurek û bê dermaniyê, rewşa Zeyneb Celaliyan ya tenduristiyê her ku diçe xirabtir dibe.

Zeyneb Celaliyan ya 43`ê salî, di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşanê hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tohmeta "Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda" cezayê bidavekirinê lê hat birîn.

Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê veguherand cezaya hetahetayî. Ji bo serbest berdana Zeyneb Celaliyan li Îranê û derveyî welat gelek çalakî hatin lidarxistin. Lê rejîma Îranê rexmî ku tenduristiya wê xirabê jî heya wê neberda ye.

23 jin li girtîgeha Karçakê hatin kuştin

Zext û pêkutiyên rejîmê tenê bi Zeyneb Celaliyan ve sînordar nîne.

Komîsyona Jinan a Encûmena Parastina Neteweyî ya Îranê ragihand ku ji destpêka salê ve 23 jin li girtîgeha Karçakê jiyana xwe ji dest dane û jinên ku li berxwe didin jî bi gef û heqaretan re rû bi rû dimînin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye