Jinnews: Di meha Cotmehê de 25 jin hatin qetilkirin

Ajansa Jinnews’ê daneyên qetilkirina jinan ya meha Cotmehê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ajansa Nuçeyan a Jinnews’ê bilançoya meha Cotmehê ya qetilkirina jinan ragihand. 

Li gorî daneyên ajansa jinê li Tirkiyê piraniya jinên ku hatine qetilkirin ji hêla mêrên nêzî wan ve bi tûndî hatine qetilkirin.

Di daneyan de hate diyarkirin ku 25 jin û zarokek hatine qetilkirin, 8 jin û 3 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Ji wan 8 jin ji hêla hevjînên xwe ve, 5 jin ji hêla mêrên hevberdan ve, 3 jin ji hêla mêrên di asta hevberdanê de, 3 jin ji hêla mêrên ne xizmên wan ve, 3 jin ji hêla mêrên ji hev veqetiyayî ne ve, 2 jin jî ji hêla nasên xwe yên mêr ve û jinek ji hêla zarokê xwe ve hatine qetilkirin.

Meh cotmeh qetilkirin: 25

Mirina bi guman: 11

Jin: 8

Zarok: 3

Di meha cotmehê de 8 jin ji hêla hevjînên xwe ve 4 jê li Stenbolê 2 jê li Mereşê 2 jî li IzmÎrê hatine qetilkirin.

Hejimar: 8 jin

Qetilkirin: Ji aliyê hevjîn

Cih: Stenbol-Mereş-Îzmîr

5 jin ji hêla mêrên hevberdan ve 2 jê li Kayseriyê  yek jê li Yalovayê 2 jî li Mereşê hatine qetilkirin.

Hejimar: 5 jin

Qetilkirin: Ji aliyê mêrên hevberdan

Cih: Kayseriye-Yalova-Mereş

3 jin ji hêla mêrên di asta hevberdanê de 2 jê li Izmîr yek jî li Zongul dakê hatin qetilkirin.

Qetilkirin: Ji aliyê mêrên di asta hevberdanê de

Hejimar: 3 Jin

Cih: Îzmîr-Zonguldak

3 jin ji aliyê mêrên ne xizmên wan ve yek jê li Edeneyê, yek jê li Sêrtê û yek jî li Kocaeliyê hatine qetilkirin.     

Qetilkirin: Ji aliyê mêrên ne xizm

Hejimar: 3 Jin

Cih: Edene-Sêrt-Kocaliyê

3 jin ji hêla mêrên ji hev veqetiyayî ne yek jê li Boluyê yek jê li Çankiriyê yek jî li Denîzliyê hatine qetilkirin.

Qetilkirin: Ji aliyê mêrên ji wan veqetiyane

Hejimar: 3 Jin

Cih: Boluya-Çankirî-Denîzlî

2 jin jî ji hêla nasên xwe yên mêr ve yek jê li Manîsayê, yek jê li Çanakkaleyê hatine qetilkirin.

Qetilkirin: Ji aliyê nasên hevjîn

Hejimar: 2 Jin

Cih: Manîsa- Çanakkale

Jinek ji aliyê zarokê xwe ve li Edeneyê hatiye qetil kirin.

Hejmar: Yek jin

Qetilkirin: Ji aliyê zarokê xwe ve

Cih: Edene

Li gorî daneyên Buroya Wanê  jî , di navbera  salên 2024-2025'an de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê   27 sûcên cuda, 2 hezar û 299 jin û zarok rastî tundiyê û qetilkirinê hatine.

Her ku diçe hejmara qetilkirina jinan ji aliyê mêrê serdest ve zêdetir dibe.

Baroya Wanê: 2024-2025

Suc: 27

Jin û zarokên rastî tundiyê hatin: 2.299

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye