Jinên Başûrê Kurdistanê 8’ê Adarê bi rengê Kurdîtiyê pîroz dikin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên Başûrê Kurdistanê di amedekriyê de ne. Jinên herêma Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cuda 8’ê Adarê pîroz dikin. Jinan îsal bi xemilandina kolanan dest bi rêzeçalakiyên xwe kirin. Her wiha 8’ê Adarê bi cil û bergên filklorî pîroz dikin û qada şahiyê bi rengê jinê tê xemilandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja Jinan a Cîhanî an jî Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê cejnek e ku her sal hemû jin û tevgera mafên jinan pîroz dikin.

Di sala 1977'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve roja 8'ê Adarê wekê "Roja Jinên Kedkar a Cîhanî" hatiye qebûlkirin.

Jinan ev roj bi ked û têkoşîneke mezin bi dest xistiye.

Roja Jinan a Cîhanî bi çalakî û daxuyaniyên ku li seranserî cîhanê tê lidarxistin balê dikişîne ser mijarên wekî wekheviya zayendî, mafên ducaniyê, tundî û destdirêjiya li ser jinan.

Di destpêka sedsala 20'an de, bi piştigiriya tevgera gerdûnî ya dengdanê ya jinan, Roja Jinê ya Navneteweyî ji aliyê tevgerên kedê yên li Ewropa û li Amerîkaya Bakur derketiye holê.

Di heman demê de, di destpêka sedsala 20'an de bi cejneke nûjen 8'ê Adarê ji aliyê Vladîmîr Lenîn ve wekê cejna Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatiye ragihandin.

 

Jinên Başûrê Kurdistanê di qada siyasî de rista xwe zêde dikin

 

Pîrozbahiya herî pêşîn a ku hatiye ragihandin "Roja Jinê" bû ku ji aliyê Partiya Sosyalîst a Amerîkayê ve li bajarê New Yorkê di 28'ê sibata 1909'an de hatiye organîzekirin.

Jinên Kurd jî, Roja Jinan a Cîhanî li seranserî Kurdistanê, bi rengên cuda û xemla Kurdîtiyê 8'ê Adarê pîroz dikin.

Têkoşînan jinan bi taybet jinên Kurd ji bo azadiya xwe didomînin û rizgarkirina jinan, li hemberî zihiniyeta baviksalar û her cureya tundiyê têdikoşin.

Li Başûrê Kurdistanê, ev cejn piştî sala 1991'ê bi avakirina herêma Kurdistanê re hat pîrozkirin .

Lê piştî sala 1992'an dema avakirina perlamentoya Kurdî, ev cejn ji aliyê gelek tevger û rêxistinên jinan ve, bi rengekî fermî hate pîrozkirin.

Jin li Başûrê Kurdistanê li seranserî Herêmê bandora xwe di qada siyasî de zêde kirine û rola xwe dilîzin.

 

Li rex têkoşîna jinan, rêjeya tundiyê bilind dibe

 

Jinan hewldan di peywirên bilind, perlamento û partiyê siyasî de rolekê bilîzin. Lê asatengiyê ku zihinyeta baviksala rê li ber hewldanên jinan digire.

Li kêlek têkoşîna ku jinên Başûrê Kurdistanê dimeşînin jî, rêjeya tundiya li dijî jinan her ku diçe zêdetir dibe.

Jin ji aliyê zilaman ve têne kuştin, hikûmet li hemberî van kiryaran bêdeng dimîne û sûcdaran ceza nake.

Hikûmet van bûyerên kuştina jinan rawa dibîne û ev bêdengî jî rê li ber bilindbûna rêjaya kuştina jinan vedike.

Her wiha bi zewaca temen biçûkan re, di bin navê yasaya rewşa kesane de, li Îraq û Başûrê Kurdistanê hewil dan jinan ji zaroktiyê de kole bikin.

Her çendî ev yasa hat rakirin jî, lê hişmendiya ku ev kiryar rawa didît nehatiye guhertin.

Jinan li Başûrê Kurdistanê, ji 25’ê meha sibatê ve, dest bi rêzeçalakiyên 8’ê Adarê kirin.

Ji xemlandina kolanan, dayîna semîneran, li darxistina panêl û meşan heya bi şahiyan ber bi 8'ê Adarê ve diçin.

Jin vê rojê bi cil û bergên filklorî pîroz dikin.

Li başûrê Kurdistanê xemla jinan, li hemberî hişmendiya baviksalar, dibe dengê herî bilind ê daxwaza azadiyê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye