Di vê dawiyê de, hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên hewayî li ser başûrê Libnanê zêde kiriye.
Di encama van êrîşan de, gelek zirarên madî û canî çêbûn.
Herî dawî jî, hêzên Îsraîlê li nêzîkî Beyrûtê du otomobîl armanc girtin.
Di encamê de, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan du endamên Hizbullahê kirine armanc.
Îsraîl bi baldarî ber bi Lubnanê ve pêş ve diçe û bi Hizbullah re di şerekî bejahî de ye.
Macron: Operasyoneke bejayî li ser libnanê red dike
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bi rêya telefonê axiviye.
Jê xwestiye ku yekparçeya axa Lubnanê biparêze û ji operasyoneke bejayî li dijî wê dûr bisekine.
Ev yek di demekê de tê ku artêşa Îsraîlê ber bi hejmarek bajarokên sînorî li başûrê Lubnanê ve pêşve diçe.
Îsraîlê hişyarî da niştecihên herêma başûrê Lubnanê ya ku li ser axa wê ye ku bi tevahî ji cih û warên xwe derkevin.
Rayedarên Lubnanê eşkere kirin ku di nava 4 rojan de herî kêm 72 kes di encamên êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.
" Zêdetirî 83 hezar kes ji başûrê lubnanê koçber bûn"
Her wiha rayedaran dan xuyakirin ku zêdetirî 83 hezar kes ji malên xwe koçber bûne.
Hizbullahê duh ragihand ku hêzên wê êrîşên xwe yên li dijî cih û hêzên Îsraîlê zêde kirine û wiha anîn ziman:
"Hêzên me li nêzîkî sînor, cara yekemîn bi leşkerên Îsraîlê re "şerekî rasterast" kirine."
Piştî êrîşê, Îsraîlê sond xwar ku ew partî wê "bedelên giran" bide û dest bi êrîşên asmanî kir.