Lezgin

‘Zêdetirî 13 hezar bûyerên tundiya li ser jinan li Başûr hatin tomarkirin’

reset font size increase font size

Li gorî rapora Rêxistina Hevkariya Zagonî ya Jinan (WLA); di sala 2024’an de 13 hezar û 17 bûyerên tundiya li ser jinan li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin.

WLA rapora xwe ya li ser sepandina zagonên li dijî tundiya navmalî û amarên ku hatine tomarkirin, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê, weşand.

Parêzera Rêxistinê Gona Mecîd ku daxuyanî xwend  wiha got: “Li Rêveberiya Îstîsmara Cinsî ya Herêma Kurdistanê 63 gilî hatine tomarkirin. 2.274 gilî bi rêya peywendiyên teknîkî û 3.774 gilî li Navenda Şêwirmendiya Malbatê ya Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Di heman demê de 2.482 gilî li Komîteya Lihevhatinê hatine kirin.”

Gona Mecîd da zanîn ku li kêlek van bûyeran; 99 giliyên li ser bikaranîna şaş a amûrên ragihandinê, 70 giliyên li ser parvekirina wêne û vîdyoyan ên li ser torên dîjîtal, 57 giliyên li ser gefên ji wêne û vîdyoyan li ser torên civakî, bi tevahî 226 giliyên gilî û gazind û 1.183 gef hatine tomarkirin.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24