Tundî û qetilkirinên li dijî jinan li Başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Şopîner bawer dikin ku Hikûmet, dadgeh, rêxistin û saziyên peywendîdar ji ber bêxemî û kêmbûna hişyariyê nikarin rê li ber vê diyardeyê bigirin.
Li gorî bîlançoyên heyî; hejmara qetilkirinên jinan û xwekuştin, berdewam in.
Lê piraniya bûyeran têne veşartin û li ser dozên bûyeran tê girtin.
Lewra hejmara rastîn ji ya heyî gelek zêdetir û metirsîdartir e.
Çalakvana mafê jinan Gulîzar Abdullah derbarê mijarê axivî û diyar kir ku diyardeya qetilkirina jinan ji demên kevin ve heye, lê hatiye veşartin û got:
"Hinek malbat tundiya tê kirin vedişêrin, ji ber ku ew ji çand û kevneşopiyê ditirsin û ji tundiya li dijî keça xwe şerm dikin.
Ew dibe sedema veşartina dozan.
Lê hinek malbat jî bi xwe dozê lêkolîn dikin û wan dişînin dadgeh û rêxistinan."
"Yasayên baş hene, lê divê ji nû ve werin nirxandin"
Gulîzar Abdullah di derbarê yasayên Herêma Başûrê Kurdistanê yên parastina jinan de got ku yasayên heyî baş in, lê divê hurgiliyên wê werin zêdekirin û bi baldarî li ser doz û dosyayan kar were kirin.
Her wiha tekez kir ku hikûmet jî li beramberî qetilkirina jinan berpirsyar e.
Li Xebatê cenazeyê jina ketibû çemê Zêya mezin hate derxistin
Duh li navçeya Xebat a Hewlêrê cenazeyê jinekê ku di ava Çemê Zêyê Mezin de xeniqî ye, hate derxistin.
Ev jin di temanê di navbera 50-60 salî de ye.
Şahidan gotin ku berî bûyerê di navbera vê jinê û rêwiyek di taksiyê de nîqaşek derketibû.
Li gorî agahiyan, piştî nîqaşekê bi kesekî di taksiye de, jin ji taksiyê daketiye û li ser pirê ketiye nav ava Çemê Zêyê Mezin.
Ji bo ku bê zanîn bûyer xwekuştine an sûc e, hêzên ewlehiyê lêpirsîn dane destpêkirin.
Termê jinê ji bo lêkolînê birin Tiba Edlî ya Hewlêrê.