Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PE’yê mekanîzmaya garantiya mafên kurd nîqaş kirin

Hevseroka Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara YPJ'ê Rohilat Efrîn, li Perlemantoya Ewropayê bi koordînatora Partiya Kesk a Komîteya Têkiliyan Hannah Neumann û nûnerê Partiya Gel a Ewropî re di heman komîteyê de bi Michael Gahler re civiyan. Di civînê de girîngî dan avakirina mekanîzmeya çavdêriyeke aktîv a navneteweyî ji bo şopandina pêvajoya entegrasyonê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevseroka Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn li Parlementoya Ewropayê bûn.

Li wir bi koordînatora Partiya Kesk a Komîteya Têkiliyan Hannah Neumann û nûnerê Partiya Gel a Ewropî di heman komîteyê de bi Michael Gahler re civiyan.

Civîn di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo xurtkirina diyalogê bi saziyên Ewropî re hat lidarxistin.

Di her du hevdîtinan de, her du aliyan li ser pêşdeçûnên li herêmê nîqaş kirin.

Her wiha girîngî dan avakirina mekanîzmeyeke çavdêriya aktîv a navneteweyî ji bo şopandina pêvajoya entegrasyonê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de.

Armanca vê makanîzmeyê ku mafên siyasî, çandî û sivîl ên gelê kurd misoger bike.

Di heman demê de nehêle tu binpêkirin li hemberî pêkhateyên din çêbibin û rêyên çareseriya siyasî xurt bikin.

Hevseroka Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Fermandara YPJˊê Rohilat Efrîn di 25`ê sibatê de beşdarî civîna Perlemantoya Ewropayê bûn.

Di civînê de gelek hevdîtinên girîng ên ji bo dosyeya Rojavayê Kurdistanê pêk hatin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye