Lezgin

Reuters: Îsraîlê zêdetirî 41 berpirs û pisporên Îranî kuştin

reset font size increase font size

Berpirsekî leşkerî yê payebilind ê Îsraîlê di 28’ê Hezîranê 2025’an de ji ajansa Reuters re eşkere kir ku Îsraîlê di şerê 12 rojan ê li ser Îranê de, zêdetirî 30 berpirsên ewlehiyê û 11 pisporên nukleerê, kuştine.

Payebilindê Îsraîlî da zanîn  ku Hêza Hewayî ya Îsraîlê li zêdetirî 900 hedefan xistiye û zirareke mezin daye karîna hilberîna mûşekan a Îranê.

Çavkaniyê destnîşan kir ku projeya nukleerî ya Îranê derbeyek mezin xwariye û şîyana rejîmê ya dewlemendkirina uranyûmê heta rêjeya ji sedî 90, ji bo demek dirêj hatiye bêbandorkirin.

Di 13’ê Hezîranê de Îsraîlê ji nişka ve li dijî navendên leşkerî û nukleerî yên Îranê (Fordo, Natanz û Isfahan) operasyoneke bombebaranê  dabû destpêkirin. Di encama wan êrîşên ku 12 rojan dewam kir de; nêzî 974 kes hatin kuştin û 4 hezar û 700 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan sivîl bûn.  Her wiha fermandarên ewlehiyê û zanyarên nukleerî yên Îranê yên navdar di wan êrîşan de hatin kuştin. 

Di heman demê de, Îranê bi sedan êrîşên mûşekî û dronan li Îsraîlê dan û di encamê de nêzî 29 sivîl hatin kuştin û  3 hezar û 200  jî birîndar bûn.

Di 22’ê Hezîranê de Amerîkayê jî, di bin serokatiya Trump de, Operasyona hewayî bi mûşek û bombeyan li ser sê tesîsên nukleerî yên Îranê pêk hat û  zirarek mezin dan wan tesîsan.

Piştî şer û êrişên dijwar ên 12 rojan, Agirbesta DYA-Qeterê di 24’ê Hezîranê de ket meriyetê. Di çerçoveya agirbestê de, pêşî Îranê êrîşên xwe rawestand, piştre jî nêzî 12 demjimêran şûnde Îsraîlê êrişên xwe rawestand.

Piştî agirbestê, Herdu aliyan jî “Serkeftina” xwe ragihandin.

Ebîr Muhemed

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24