Trump di posteke medyaya civakî de nivîsand ku artêşa Amerîkî "hîn dest bi wêrankirina tiştên ku li Îranê mane nekiriye. Piştre pir tên, paşê santralên elektrîkê."
Wî di postê de zêde kir ku serokatiya Îranê "dizane çi hewce ye ku were kirin û divê were kirin, û bi lez!"
Trump, ku berî demekê armancên cûda ji bo şer pêşkêş kiribû, roja çarşemê di axaftineke televîzyonî de got ku; eger Îran şertên Washingtonê bicih neyîne, dibe ku şer berfireh bibe û îhtîmala armancgirtina binesaziya wê ya enerjî û petrolê jî heye.
Bi dehan pisporên hiqûqa navneteweyî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nameyek vekirî duh pêncşemê îmze kirin û diyar kirin ku êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê dikarin wekî sûcên şer werin binavkirin.
Trump her wiha di axaftinekê de got: "Em ê di du-sê hefteyên bê de pir bi tundî li wan bidin.
Em ê wan vegerînin Serdema Kevirî, cihê ku ew lê ne."
Tevî gotina wî ku Washington nêzîkî temamkirina armancên xwe li Îranê ye, wî ji bo bidawîanîna şer demek diyar nekir.
Şer di 28'ê Sibatê de bi êrîşeke Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê dest pê kir.
Tehran bi êrîşkirina li ser Îsraîl û welatên Kendavê yên ku baregehên Amerîkî lê ne, bersiv da.
Êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê û êrîşên Îsraîlê li Libnanê bûn sedema mirina bi hezaran û koçberbûna bi mîlyonan kesan.
Şer her wiha bûye sedema bilindbûna bihayên petrolê û bêîstîqrariya bazarên cîhanî.