Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Îbtîsam Hîlalî, têkildarî mijarê ji medyayên Îraqê re axivî.
Îbtîsam Hîlalî ragihand ku di pêşengtiya Çarçoveya Hemahengiyê de, wê di van çend rojan de li parlamentoya Îraqê civînek were lidarxistin.
Armanc ji vê civînê ew e ku bawerî bi wezaretên ku rewşa wan nehatiye zelalkirin, were dan.
Têkildarî mijarê, herî dawî serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dabû xuyakirin ku nabe ev postên wezîran vala bimînin.
Hikûmeta nû ya Îraqê ji 23 wezaretan pêk tê, di 14'ê gulanê de bawerî bi karnameya Hikûmata Îraqê û 14 wezîran hat dan, lê ji ber çêbûna aloziyan civîna parlamentoyê hat paşxistin û niha 9 wezaret li Îraqê vala mane.