Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştrast kir ku peyman, nekeve meriyetê,heta ku ji hêla hikûmetê ve neyê pejirandin, lê rawestandina operasyonên êrîşkar ragihand.
Li gorî raporên medyaya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê li Xezzeyê dest bi hilweşandina alavên giran kiriye.
Gideon Sa'ar: Trump dostekî mezin ê Îsraîlê ye
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar ragihand ku ew ê dengê xwe bide "peymana rehîneyan" û diyar kir ku Îsraîl dixwaze çembera aştî û normalîzekirinê li herêmê berfireh bike.
Gideon Sa'ar pesnê Serokê Amerîkayê Donald Trump da û got ku ew 'dostekî mezin' ê Îsraîlê ye, bidestxistin û afirandina derfetên dîrokî de, rêberekî bêhempa ye û gelê Îsraîlê deyndarê wî ye.
Sa'ar tekez kir ku hikûmet dev ji bidawîanîna desthilatdariya Hamasê li Xezzeyê û jiholêrakirina gefên ku ew li ser Îsraîlê çêdike bernedaye.
"Merwan Barxutî nayê berdan "
Berdevkek hikûmeta Îsraîlê piştrast kir ku rêveberê navdar ê Fetih Merwan Barxutî di nav kesên ku hatine berdan de nîne.
Termên Yahya û Mihemed Sinwar nayên teslîmkirin
Di heman demê de, çavkaniyên Îsraîlî piştrast kirin ku li gorî Desteya Weşanê ya fermî ya Îsraîlê, termên rêveberê berê yê Hamasê Yahya Sinwar û birayê wî Mihemed, ku di meha Gulana borî de hatibû kuştin, wê di peymana danûstandinê de cih negirin.
"Îsraîl rê li ber vegera bo Bakurê Xezzeyê digire"
Bi hemwextiya van geşedanan, Parastina Sivîl li Xezzeyê hişyarî da xelkên koçber ên li başûr, ku di vê demê de ber bi bakur ve neçin û piştrast kir ku hêzên Îsraîlî hîn jî, rê li ber vegera ji bo bakurê Xezzeyê digirin.
Hemas: Îsraîl wê 250 girtiyên muebbet berde
Hemasê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku divê Îsraîl sibê, roja Înê, ji bajarên sereke yên Xezeyê vekişe û wiha lê zêde kir: "Heta ku agirbest û vekişîn ji bajaran pêk neyê, danûstandina rehîne û girtiyan dest pê nake û diyar kir ku Îsraîl wê 250 girtiyên muebbet berde."
Hemasê destnîşan kir ku li gorî peymanê, pênc deriyên sînor ji bo gihandina alîkarîyan ji bo Xezeyê wê werin vekirin.
Hemas: Îsraîl wê venegere operasyonên şer
Tevgerê piştrast kir wan ji Dewletên Yekbûyî û navbeynkaran garantî wergirtiye ku Îsraîl wê venegere operasyonên şer û peymanê binpê neke.