Meclisa Giştî ya Helebê ji bo Girê spî û Serêkaniyê daxuyanî da

Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi boneya 6`emîn salvegera êrîşên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek li ber Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê da. Meclîsa Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hewldanên Tirkîkirin û ferzkirina çanda dagirkeriyê li herêmên dagirkirî jî şermezar kir. Her wiha Meclîsê destnîşan kir ku êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi armanca koçberkirin, parçekirin û afirandina pevçûnê di navbera gelê Sûriyê de ye, ev yek jî berdewamkirina siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya 6`emîn salvegera êrîşên li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî daxuyaniyek li ber Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê da.

 

Daxuyanî, ji aliyê endamên Meclisa Giştî Mihemed Hec Mistefa û Dunya Bekir ve hate xwendin.

 

“Êrîşên li Girê spî û Serêkaniyê hatiye dubarekirina êrîşên ku li ser Efrînê ye”

 

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku êrîşên li Girê Spî û Serêkaniyê, dubarekirina êrîşên li ser Efrînê ye. Ev êrîş di çarçoveya polîtîkayên guhertina demografîk û tunekirina nasnameya çandî û dîrokî ya herêmê de ye.

 

“Divê mafên hemû sûriyan werin parastin”

 

Di daxuyaniyê tekezî li ser çareseriyeke rastîn hat kirin ku bi avakirina Sûriyeke azad û demokratîk a li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û edaleta civakî, bê cudahî, nijadperestî û girêdayîbûna biyaniyan dikare were bidestxistin.

 

Her wiha piştrast kirin ku pêwîst e hemû kesên li dijî gelê Sûriyê sûc kirine hesab bipirsin, vegera kesên koçber bo malên xwe misoger bikin û divê mafên hemû Sûriyan werin parastin.

 

Bang hate kirin ku tedbîrên cidî bên girtin

 

Her wiha di daxuyaniyê de bang li gelê Sûriyê û hemû pêkhateyên wê yên etnîkî û olî hate kirin ku li hemberî van êrîşan bibin yek.

 

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên demokratîk ên Sûriyê û rêxistinên navneteweyî jî hat kirin ku tedbîrên cidî bigirin da ku van binpêkirinan rawestînin û rê li ber dagirkeriya berdewam a Tirkiyê û çeteyên wê bigirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24