Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li bajarên Qamişlo û Hesekê krîza sotemeniyê heye.
Ev rewş jî bandorê li ser jiyana welatiyan a ji her alî ve dike.
Li ber banzînxaneyan rêzên dirêj ên wesayetan çêdibin.
Mazot ji bo wesayetên taybet û ya malê tune ye û banzîn jî bi zehmetî tê peydakirin.
Ajokar carnan bi rojan di rêzê de dimînin.
Ji ber vê krîzê, kirêya çûnûhatinê jî zêde dibe, hin ajokarên teksiyan yên giştî dibêjin ku ew bi zorê banzînê peyda dikin, loma dixwazin ku kirê jî buha bibe.
Samî Diyab rêveberê banzînxaneyekê li bajarê Hesekê diyar kir ku ev demek e madeya mazot û benzînê tenê ji du an sê banzînxaneyan re tê û ev dibe sedema krîzê.
"Sedema krîza sotemeniyê li Hesekê; kêmbûna hatine madê ye.
Ev demek e tenê ji du an sê banzînxaneyan re tê . Ji ber vê yekê jî krîz çêbûye.
Nirxê madê jî weke xwe ye û em li gor kaxezan sotemeniyê belav dikin."
Ajokarê xeta Qamişlo-Hesekê Asim Hecî Umer dibêje ku li bajarê Hesekê ji bo ajokarên servîsên li ser mazotê krîz tune ye, ew rojane ji 17 heta 20 lître mazot dadigirin, lê li ser benzînê krîz çêbûye.
Ajokarê xeta Hesekê-Til Temir Yihya Şihab jî dibêje ku rêya wan nêzî 45 km e, banzînxane tenê 12 L didin wan û têra wan nake.
"Anha tenê 12 L didin me.
Em jî nikarin kirêya çûnûhatinê li welatiyan zêde bikin, nabe ew jî nikarin barê wê rakin.
Di heman demê de em mazotê bi nirxê 7500 ta 8000'î dadigirin û ew jî bi me re nameşe. 12 L têra me nake."
Li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya Sotemeniyê ya bajarê Qamişlo wergirtine; sedema krîzê betlaneya 7 rojî ya cejna Newroz û Remezanê bû.
Di wê betlaneyê de çûnûhatina wesayetên mezin bo hundirê bajêr qedexe bû, ev jî bû sedem ku çend rojan sotemenî derbasî nava bajêr nebe.
Hin gotin jî hebûn ku dê nirxê mazot û benzînê buha bibe.
Rêveberiya Sotemeniyê ji Nûçe TV re da zanîn ku nirxê sotemeniyê buha nabe û dê di rojên pêş de ev krîz bi dawî bibe.