Li Humsê jineke ciwan hat qetilkirin

Li bajarê Humsê yê Sûriyeyê, kesên nasnameya wan nediyar bi bombeyan êrişî malekê kirin. Di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh êvarî komeke çekdar li taxa Dahiyet El Welîd a bajarê Humsê bi bombeyan êrişê malekê kirin.

Di êrîşê de jina ciwan a bi navê Rîham Nîzar Hemûd li cihê bûyerê bi giranî birîndar bû, piştre rakirin nexweşxaneyê lê tevî mudaxeleyên lezgîn jî nehat xilas kirin û jiyana xwe ji dest da. Jina bi navê Sara Mihemed Himêdûş jî bi giranî birîndar bû.

Hate ragihandin ku teqîn û êrîşên çekdarî yên di demên dawî de li herêmên cûda yên bajêr pêk tên, bertêkên li ser lawaziyên ewlehiyê û hedefgirtina sivîlan zêde dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye