Li Sûriyê, ji guhertina hikumetê heta niha êrîş li dijî Elewiyan tê kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), li ser êrîşên li dijî Elewiyan raporek belav kir.
SOHR`ê ragihand ku piraniya van êrîşnan, êrîşên mezhebî û tolhildanê ne.
Li gorî wê heta niha kesên van sûcan dikin nehatine bicîkirin kirin û bêceza tên hiştin.
SOHR`ê eşkere kir ku ji destpêka sala 2026’an û vir ve kuştina 144 kesan wekî encama tolhildan û pevçûnên mezhebî belge kir.
Ji wan kesan, 130 kes mêr, 9 jin û 5 zarok bûn.
Hejmara herî zêde ya kuştinan li parêzgeha Humsê pêk hatiye.
Tenê li Humsê, 70 kes hatine kuştin.
Her wiha li Hemayê 31 kes û li Lazqiyê jî 14 kes hatin kuştin.
SOHR: Komîsyona Edaletê ya Neteweyî sûcên sala 2026’an lêpirsîn nake
Raporê eşkere kir ku ev kesên tên kuştin, yan tên gulebarankirin yan jî tên revandin û piştre tên kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê balê dikşîne ser wê yekê jî ku gotinên nefreta mezhebî ya li ser medyaya dîjîtal tirsê kûrtir dike.
Di raporê de hate destnîşankirin ku Komîsyona Edaletê ya Veguhêz a Neteweyî ku di gulana sala 2025’an de hatiye damezrandin, sûcên nû yên ku di sala 2026’an de hatine belgekirin nagire nav xwe.
Ev Komîsyon tenê sûcên berê yên rejîma Esed lêkolîn û lêpirsîn dike.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê bang li rayedarên hikûmeta veguhêz ya Sûriyê kir ku hemû sivîlan bêyî cudakarî biparêzin û edaletê bi cih bîne.