Akademiya Voleybolê ya Jinan a Amedsporê hat avakirin

Wekî gava yekem di pêşxistina binesaziya Voleybola Jinan a Amedsporê de, Akademiya Voleybola Jinan a Amedsporê hat avakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedsporê di daxuyaniyekê de avakirina Akademiya Voleybolê ya Jinan a Amedsporê ragihand.

Akademi dê bi armanca beşdarbûna di pêşxistina werzîşvanên ciwan ên şaxa Voleybolê de, perwerdekirina werzîşvanan li ser asta bingehîn û avakirina binesaziya Voleybola Jinan a Amedsporê bixebite.

Akademi dê bernameyên perwerdeyê ji bo werzîşvanên ku di salên 2011, 2012, 2013 û 2014'an de ji dayik bûne, pêk bîne.

Hat destnîşankirin ku ji bo nirxandina werzişvanan dê ceribandin bên lidarxistin û hat gotin ku Hûrgiliyên derbarê dîrok, dem, cih û pêvajoya serlêdana ceribandinan de dê cuda werin parvekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye