Di Pêngaveke dîrokî de ji bo pîşesaziya xwendina bilind, bawernameyên Zanîngeha Rojava bi fermî hatin pejirandin.
Ev yek jî di civîna komîteya ku ji hêla Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûriyê ve hate eşkerekirin.
Di civînê de hate gotin ku bawernameyên ku ji aliyê Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo ve hatine dayîn, hatine qebûlkirin.
Der barê vê yekê de endamê Meclisa Gel a Sûriyê Ehmed Murad ku nûnertiya Parêzgeha Hesekê dike, ji Tora Medyayî ya RUDAW re axivî.
Ehmed Murad ku beşdarî civînê bibû, destnîşan kir ku civîn wê di demên pêş de hîn berdewam bikin.
Murad anî ziman ku berdewamiya civînan jî dê bibe sedema çareseriya hemû pirsgirêk û karûbarên têkildarî perwerdehiya bilind li Parêzgeha Hesekê.
Di nav de dosyayên têkildarî zanîngeh, xwendekarên derçûyî û karmendên perwerdeyê.
Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûriyê Dr. Merwan Helebî berê komîteyek taybet bi serokatiya cîgirê xwe Dr. EbdulHemîd Xalid, ava kiribû.
Ev jî bi armanca ku çavdêriya perwerdehiya bilind li Parêzgeha Hesekê bike û pirsgirêkên têkildarî saziyên zanîngehê çareser bikin.
Naskirina bawernameyên ku ji aliyê Zanîngeha Rojava ve hatine dayîn gaveke girîng e bi taybet ji bo xwendekarên ku xwendina zanîngehê bi dawî kirine.
Ev yek jî ji bo destnîşankirina statuya bawernameyên wan di nav sîstema xwendina bilind a Sûriyê de.