Arkeologan ragihand ku 600 stûnên darîn û bi dehan berhemên bronz li binê golê hatine parastin.
Li gorî raporek di Euronews de, pispor bawer dikin ku ev bermahî şopên civatekê hildigirin ku 3,500 sal berê li ser golê jiyaye.
Zanyaran dan diyarkirin ku stûnên di kûrahiya 2.5 heta 10 metreyan de hatine dîtin, eşkere dikin ku asta golê di nav sedsalan de guheriye.
Arkeologên bin avê eşkere kirin ku bi qasî 600 stûnên darîn li binê golê tespît kirine. Tê texmînkirin ku bi van stûnan xanî li ser golê hatine çêkirin. Arkeolog destnîşan dikin ku xanî di navbera 1700 û 1150 B.Z. de, hatine çêkirin.