Aram Tîgran, hunermendê Ermenî yê bi Kurdî stranan digot, îro di salvegera 16’emîn a mirina xwe de tê bibîranîn.
Tîgran, bi stranên xwe yên bi pênc zimanan û bi têkoşîna xwe ya ji bo mafên gelan, bû sembola aştî û biratiyê li Rojhilata Navîn.
Aram Tîgran di sala 1934’an de li bajarê Qamişlo yê Sûriyeyê ji dayik bû.
Malbata wî, wek gelek malbatên Ermenî yên din, di dema komkujiya 1915’an de ji Amedê reviyabûn û li Qamişloyê bi cih bûbûn. Bavê Aram, Dîkran Melîkyan, ji Sasonê bû û diya wî, Hîlda Xanim, ji Pasûrê bû.
Bavê wî ji aliyê axayekî Kurd ve hatibû rizgarkirin û ev bûyera dîrokî bandoreke mezin li ser jiyan û hunera Aram kir. Tîgran di malbateke şeş zarokan de mezin bû.
Aram Tîgran di temenê 9 saliyê de dest bi lêdana Udê kir
Hîn di temenê 9 saliyê de dest bi lêdana udê kir û di 20 saliya xwe de dest bi gotina stranên Kurdî, Ermenî û Erebî kir.
Di sala 1966’an de, piştî bangawaziya hikûmeta Ermenistanê ji bo vegerandina koçberên Ermenî, Aram û malbata xwe biryar dan ku biçin Êrîvanê.
Di dema xebata xwe ya li Radyoya Êrîvanê de, Tîgran gelek berhemên girîng afirandin. Wî gelek helbestên Cegerxwîn û yên bavê xwe kirin stran. “Şev Çû”, “Bilbilo”, “Ay Dîlberê”, “Zimanê Kurdî”, “Çiyayê Gabaro”, “Dîlber” û “Ax Lê Eman” ji nav stranên wî yên herî navdar in.
Di tevahiya jiyana xwe ya hunerî de 14 albûm û nêzî 250 stran der xistin.
Hunermend ne tenê bi Kurdî, lê bi Ermenî, Erebî, Tirkî, Yewnanî û Suryanî jî stran gotin. 230 stran bi Kurmancî, 150 bi Erebî, 10 bi Suryanî û 8 bi Yewnanî got. Vê yekê ew kir semboleke girîng a pirdengî û pirçandiyê li Rojhilata Navîn.
Tîgran di heman demê de xwedî helwesteke siyasî ya zelal bû. Di gelek stranên xwe de behsa êş û azarên gelê Kurd kir û bang li yekîtiya Kurdan kir. Stranên wî yên wek “Dest Bidin Destê Hev”, “Kurdistan Şêrîn e”, “Ax Axa Welat”, “Îro Li Welat Şere”, “Binefşa Berivanê”, “Newroz”, “Kurdistan Tu Delali”, “Jana Birînê”, “Pêşmergeyên Welat”, “Ev Çi Dinyaye”, “Em Xortê Kurdin”, “Here Welatê Bav u Kalan”, “Rabin”, “Kurdî Xweşe” û “Zilan” vê helwesta wî bi awayekî zelal nîşan didin.
Di sala 2004’an de, di destpêka strana xwe ya “Dest Bidin Destê Hev” de, Tîgran wiha bang li gelê Kurd kir: “Kurd dest bidin destê hev, ez Aram Tîgran bang li hemû Kurdan dikim, êdî bes e, bibin yek.”
Piştî 24 salan li Ermenistanê, di sala 1990’î de Tîgran çû Brukselê û paşê li Atînayê bi cih bû. Lê belê, dilê wî tim li welatê bav û kalan bû. Dixwest piştî mirina xwe li Amedê were veşartin, lê mixabin ev daxwaza wî nehat bicihanîn.
Aram Tîgran di 8’ê tebaxê de çû ser dilovaniya xwe
Di 6’ê Tebaxê 2009’an de, dema ku ji bo beşdariya festîvala çandî ya Amedê hatibû Tirkiyeyê, nexweş ket û mecbûr ma vegere Atînayê. Li wir, di 8’ê Tebaxê de, di 75 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Piştî mirina wî, laşê wî li gorî wesiyeta wî hate şandin bo Amedê, lê rayedarên Tirk destûr nedan ku ew li wir bê veşartin.
Sedema fermî ew bû ku Tîgran ne welatiyê Tirkiyeyê bû. Di encamê de, cenazeyê wî li Brukselê hate veşartin û axa ji Amedê li ser gora wî hate rijandin.