NATO hevpeymaniyeke leşkerî ya navneteweyî ye ku ji 32 welatên endam ên serbixwe ji seranserê Amerîkaya Bakur û Ewropayê pêk tê.
Hevpeyman di sala 1949'an de hat damezrandin û her sal ew tatbîqatên xwe li dar dixe.
"Tatbîqat wê li Volkela li Holandayê were lidarxistin"
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte diyar kir ku ew tatbîqat wê li Volkelê ya li Holandayê were lidarxistin.
Mark Rutte wiha şîrove kir, "Em vê yekê dikin da ku piştrast bikin ku kapasîteya astengkirina nukleerî ya NATO-yê bi qasî ku pêkan, pêbawer, ewle û bibandor bimîne."
Jim Stokes: Tetbîqat ti welatekî hedef nagire
Berpirsê siyaseta nukleerî ya NATO'yê, Jim Stokes, piştrast kir ku tetbîqat rûtîn e, ti welatekî hedef nagire û ne jî bi ti bûyerek rastîn ve girêdayî ye.
Jim Stokes eşkere kir ku manevrayên wê bi qasî du hefteyan bidomin û wê ji baregehên leşkerî yên li Belçîka, Brîtanya û Danîmarkayê, li ser Deryaya Bakur, werin kirin.
Daniel Bunch: Em binpêkirinên dubarekirî bi baldarî dişopînin
Ev tetbîqat di demekê de tên ku qada hewayî ya NATO'yê, tevî firîna dronên nenas li ser Kopenhagenê meha borî, gelek êrîşên bêpîlot ên Rûsyayê jî lê hatine kirin.
Serokê operasyonên nukleerî yên NATO'yê, Kolonelê Amerîkî Daniel Bunch da xuyakirin ku ew binpêkirinên dubarekirî bi baldarî dişopînin û destnîşan kir ku dron ji bo wan ne gefek nû ye û ew wan baş fêm dikin.
NATO her sal tetbîqatê, li welatekî cuda yê Ewropayê, li dar dixe. Ew tatbîqat bi beşdariya balafirên ku dikarin çekên atomî yên Amerîkî yên li çend welatên NATOyê hilgirin. Di nav wan de Almanya, Belçîka, Holanda, Îtalya û Tirkiye, hene.
Tetbîqatên îsal, di demekê ku aloziyên di navbera Rûsya û NATO'yê de li ser şerê li Ukraynayê zêde dibin û hişyariyên welatên Rojavayî li ser gefên Moskowê yên bikaranîna çekên nukleerî zêde dibin de ye.