Li Bangladeşê xwepêşandanên mezin pêk tên

Piştî kuştina serokê ciwanan Şerîf Osman Bin Hadî li Bangladeşê xwepêşandanên tund pêk tên.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Piştî kuştina serokê ciwanan Şerîf Osman Bin Hadî li Bangladeşê xwepêşandanên tund pêk tên.

Xwepêşanderan êrîşî ofîsên rojnameya Prothom Alo ya bi zimanê Bengalî û Daily Star ya bi zimanê Îngilîzî kirin.

Ofîsa Prothom Alo di encama êrişê de hat şewitandin.

Xwepêşanderan îdîa dikin ku her dû rojname jî xizmeta berjewendiyên Hindistanê dikin.

Piştî her du bûyeran, çalakgeran mala Cîgirê balyozê Hindistanê dorpêç kirin.

Herwiha, di bûyerên şîdeyê de ofîsa Serokwezîra berê Şêx Hesîna bi buldozeran hat hilweşandin.

Şerîf Osman Bin Hadî, di 12ê Kanûnê de li paytexta Bangladeşê Dakkayê dema hate gulebarankirin û ji hingê ve li Singapûrê di hate dermankirin.

Hadî dema rastî êrişê hat xebata ji bo hilbijartinê dikir.

Lîderê ciwan Hadî, di serhildana xwendekaran a 2024an de rêberê sereke bû û bûbû kesayetek naskirî ya neteweyî.

Li Bangladeşê di 2024an de raperîneke di bin pêşengîya ciwanan de pêk hatibû.

Ji ber berfirehbûna raperînê, serokwezîr Şêx Hesîna terka welêt kiribû û çûbû Hindistanê. 

Di tebaxa heman salê de xelatgirê Nobelê Muhammed Yunus, bûbû serokê demkî yê Bangladeşê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye