Rêveberiya Xweser bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Êzî pîroz kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro Cejna Êzî ya Civaka Êzîdî ye. Bi boneya vê rojê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi peyamekê Cejna Êzî pîroz kir û got:

"Bi boneya Cejna Êzî em bi germanî keç, xortên Civaka Êzidî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn, pîroz dikin.

Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo parastina mafên civaka Êzidî, parastina azadiya wê ya olî û çandî û bilindkirina statuya wê wekî hevkarekî sereke di avakirina paşerojeke edalet û wekheviyê de, piştrast dikin."

Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî cejna Êzî pîroz kir

Her wiha Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Cejna Êzî bi daxuyaniyekê pîroz kir.

"Em bi hêvî ne Cejna Êzî bibe wesîleya aştî û aramiya li tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn û ev cejn bibe cejna xêr, xweşî û azadiya fizîkî ya Rêberê damezrînerê PKK`ê."

Federasyona Gaziyan diyar kir ku di nava hemû civakan de rojên pîroz hene.

"Yek ji wan rojan jî Cejna Êzî ya civaka me ya Êzidî ye ku her sal weke rêûresmeke dîrokî tê pîrozkirin.

Tevî hemû êş û zehmetiyan jî xelkê me yê Êzidî her dem nirxên aştiyê û jiyaneke azad û wekhev parastiye, xwedî li bawerî û dîroka xwe derketiye."

Yekitiya Jinên Êzîdî cejna Êzî pîroz kirin

Girêdayî heman mijarê Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava (Y.J.Ê.R) peyameke pîrozbahiyê da û peyam wiha ye:

"Bi hatina Cejna Êzî re, em vê cejnê li tevahî êzidiyên li seranserî cîhanê pîroz dikin.

Ev cejna ku yek ji pîroztirîn cejnan e, sembola serkeftina qenciyê li ser xerabiyê ye.

Em wê pîroz dikin û rêûresmên wê vedijînin, da ku diyar bikin ku serkeftina me li hember wan kesên hewl dane me qir bikin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye