Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de diyar kir ku beşdarbûna wan di hikûmeta Îraqê de girêdayî bicîhanîna peymanên destûrî ye û eger ev rêkeftin pêkneyin, ew ê di hikûmetê de nemînin. Barzanî destnîşan kir ku bêyî beşdariya rastîn a hêzên bingehîn, rêveberiya welat dê rû bi rûyî astengiyan bibe.
Barzanî her wiha li ser metirsiya çekên bêkontrol hişyarî da, bang kir ku çek tenê di destê saziyên fermî yên dewletê de bin û hêvî kir ku nakokiyên siyasî bi rêya diyalogê bên çareserkirin.