Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên şermezarkirinê di asta Kurdistan û Cîhanê de hatin li darxistin.
Îro jî di serî de li Amed û Rihayê û gelek bajarên Tirkiyê jî çalakiyên girseyî çêbûn. Welatiyên li Riha û Amedê tev li meşan bûn, diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Welatiyên ku bi pêşengiya Platforma Sazîyên Demokratîk daketin qadan bal kişandin li ser berpirsiyariyên dewletê ya di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de.
Komplo li bajarên marmarayê hat şermezarkirin
Li gelek bajarên Marmarayê bi pêşengtiya DEM Partiyê bi munasebata komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd meş û daxuyanî hatin lidarxistin.
Li Qada Arabayatagi ya Bursayê girse bi çepik, bi tililiyan û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” ve meş li dar xist. Girse herî dawî li pêşiya avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Bursaye daxuyanî da.
Rexistina TJA’yê û Dem Partî tevlî gelek çalakîyan bu
DEM Partî li Kocaelî û Tekîrdagê, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rêvebirê DEM Partî yê Tekîrdagê Hayrettîn Uçler axivî.
Uçler, diyar kir ku komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelan pêk hatiye û got: “Rêzdar Ocalan bi têkoşîna xwe ya 27 salan a li Îmraliyê ve komplo vala derxist.”
Çalakiya Kocaeliyê jî li Qada Kent Meydani ya Gebzeyê pêk hat. Di çalakiyê de pankarta “Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin” hate vekirin û dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.
Di çalakiyê de aktîvîsta TJA’yê Damla Bagci axivî û got: “Em komploya ku di şexsê rêzdar Ocalan de pêk hatiye şermezar dikin. Mîmarê Pêvajoya Civaka Demokratîk rêzdar Ocalan e. "