Baroya Wanê, OHD û DADSAZ bi daxwaza Kurdî bibe zimanê fermî li pêşiya Edliyaya Wanê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de pankarta “Statûya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hatin hilgirtin.
Endamê Komîsyona Ziman a Baroya Wanê parêzer Alî Şapkaci, daxuyanî xwend.
Alî Şapkaci diyar kir ku bi salan e ziman û nasnameya Kurdî dibe hedefa polîtîkayên pişaftinê û got: “Sînordarkirina zimanekî ji qada cemaweriyê tê wateya jêbirina bîr û nasnameya civakê.”
Şapkaci got ku divê Kurdî bibe zimanê fermî, ji ber ku mafê ziman tenê ne daxwazeke çandî ye, di heman demê de mafeke gerdûnî ye û wiha got:" Em wek hiqûqnas, ji bo Kurdî bibe zimanê fermî, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bibîr dixin ku azadiya ziman azadiya civakê ye.”