Ji bo Zimanê Kurdî wê deklarasyonek bê eşkerekirin

Bi beşdariya 750 sazî, dezgeh, partî, platform û gelek komeleyan sibê li Amedê, ji bo statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî deklarasyonek, dê bê eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Têkildarî parvekirina armanca deklerasyona ji bo Zimanê Kurdî, Endamê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û endamê Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî Mûsa Şanak ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Deklarasyon dê di saet 13.00an de li Parka Ekîn Cerenê ya li navçeya Peyasa Amedê bi awayekî girseyî bi raya giştî re bê parve kirin.

Deklerasyona bi diruşma “Statuya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî”, dê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û bi Tirkî were xwendin.

Înîsiyatîfa Civakî ya Ji Bo Zimanê Kurdî bang li her kesî  kir ku piştgiriyê bide deklarasyonê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye