Festîvala Xoçvanê di roja xwe ya sêyemîn de bi coşek mezin bi dawî bû

Festîvala Havînê ya Xoçvan a kevneşopî, ku îsal li Erdexanê bi beşdarbûn û coşek mezin hate lidarxistin, bi konsera hunermend Rojda ve bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Festîvala ku bi hevkariya Komeleyên Gundên Stenbolê û Pêşandana Fîlmên Gastronomiyê li Deşta Xoçvan a navçeya Gole ya Erdexanê hate lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de bi coşek mezin hate pêşwazîkirin.

Komeleya 21 gûndên Xoçvanê vê feastîvalê her sal di meha Tîrmehê de li dar dixe.

Di 14 Festîvala Kevneşopî ya Deşta Xoçvanê de "Xweza, Çand û Muzîk li hev dicivin" bi vê şiyarê hatibû li dar xistin.

Gelê Xoçvanê gelekî girîngiyê dide çand, kevneşopî û nasnameya xwe. 

Vê festîvalê careke din bi hêz, yekîtî, hevgirtin, coş û ruhê xwe yê zindî nîşan da. 

Festvala îsal, li gorî demên borî zêdetir bi beşdariyeke girseyî û coşeke mezin çêbûye.

Hunermend Rojda jî, ku bi deng û melodiyên xwe rengekî bêhempa li festîvalê zêde kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye