Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Komeleya AHBAP’ê dimeşîne de, ji bo hunermend Haluk Levent biryara binçavkirinê hat dayîn.
Dozger wekî hincetên fermana girtinê "binpêkirina Qanûna Komeleyan", "şûştina mal û milkên ji sûc hatine bidestxistin", û "endamtiya rêxistinekê" nîşan da.
Levent ji ber cezayê dadwerî yê bi qasî 70 milyon TL ku lê hatiye birîn, daxuyaniya wî ya îstifaya ji serokatiya AHBAP’ê û îdiayên li dijî wî, di rojevê de ye.
Cezayeke dadweriyê ya 70 milyon TL hatiye birîn
Haluk Levent di meha Hezîranê de ji ber derxistina çekên bêserûber bi qasî 70 milyon TL cezayê pereyan lê hat birîn.
Dadgehê her wiha biryarek li dijî wî da û qedexe kir ku çek derxe û hesabên çek ên nû veke.
Piştî biryarê, Levent diyar kir ku dravdanên têkildarî çekên ku mijara gotinê ne ji nû ve hatine plankirin û ti zehmetiyek tune ye.
Piştî vê pêşveçûnê, Levent, eşkere kir ku ew bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ye, ragihand ku ew ê piştî temamkirina pêvajoya vekolîna darayî ya îsal ji serokatiya AHBAP’ê dest ji kar berde.
Komeleya AHBAP piştî daxuyaniyên rojnamevan Fatih Altaylı yên li ser bexşên ku piştî erdhejên 6'ê Sibata 2023'an yên Meraşê hatine berhevkirin, vê dawiyê dîsa ketiye rojevê.
Di nivîsa xwe de, Altaylı ji xwendevanan re bi bîr xist ku AHBAP di dema erdhejê de bi qasî 158 mîlyon dolar bexş berhev kiriye.
Altayli îdia kir ku tevî ku sê sal derbas bûne jî, komeleyê raporên denetimê yên serbixwe û daxuyaniyên darayî yên berfireh ên der barê van bexşan de bi raya giştî re parve nekiriye.
Altaylı bi bîr xist ku Haluk Levent di dema erdhejê de soza şefafiyetê dabû û gotibû
"Em ê hesabê her quruşek xerckirî bidin," û tekez kir ku pêwîst e pirsên li ser ka ev bexş çawa hatine bikar anîn werin çareserkirin.
Alîkariyên erdhejê bi qaçaxî şandine derveyî welêt
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku lêpirsîna li ser îdiayên ku alîkariyên erdhejê bi qaçaxî şandine derveyî welêt hatiye kûrkirin.
Serdozgeriya Komarê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bexşên piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’an ji aliyê Komeleya Ahbapê ve hatine berhevkirin, ji aliyê gumanbaran ve bo hesabên şexsî hatine veguhestin, ji bo qumarê hatine bikaranîn û ji bo aliyên sêyemîn hatine veguhestin.