Serokê lîsteya eniya Tirkmen ciwanên Kurd hedef girt

Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê heqaret li ciwanên Kurd ên li Pirdê kir û ew weke "terorîst û têkber" bi nav kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ANF'ê, alîgirên Eniya Tirkmen bi karwana xwe yê kampanyaya hilbijartinê çûn Taxa Kurdistanê, ku taxeke Kurdan a navçeya Pirdê ye û li wir heqaret li ciwanên Kurd yên taxê kirin.

Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen a hilbijartinên Parlamentoya Iraqê Erşed Salihî ku bi dijmintiya xwe ya bi Kurdan re tê nasîn.

Piştî bûyerê li ser hesabê xwe ya Facebookê dîmenek parve kir û ciwanên Kurd hedef girt. Di dîmen de Salihî bi van gotinan ciwanên Kurd hedef digre:

"Ez pir bi wêrekî îtîraf dikim ku ew kes alîgirê min in. Wêrek bin û qebûl bikin ku ew kesên ku êrîşî me jî kirin alîgirên we ne. Ger ew ne alîgirên we bin, wê hingê ew terorîst û têkder in."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye