Di merasîmê pêşangeha Şehîd Herekol de Koma Ecawîd a folklora Reqayê û Koma Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Piştre nivîskarên beşdarî pêşangeha Şehîd Herekol bûn Ferîd Cizîrî, Îsmet Hesen, Anahîta Sîno, Ehmed Husênî, Husên El Omerî û Husên Elî, her wiha hemû weşanxane, pitrûkxane û saziyên weşanê yên beşdar hatin xelatkirin.
Di Fûara Amedê de jî bi panel û hevpeyvîn re nivîskar bi xwendevanên xwe re civiyan û pirtûkên xwe îmze kirin.
Fuara ku bi beşdarbûneke mezin destpê kiribû bi coşek mezin 9 rojan xwîner û nivîskaran gihande hev û şeva din bi dawî bû.