Kooperatîfa Jinan a Evînê dihêle ku jin bibe xwedî hêz

Kooperatîfa Jinan a Evînê ji bo pêşxistina jinan, tevlîbûna wan bi civakê re û ji bo jin karibin aboriya xwe bidestbixin piştgiriyê dide wan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo piştgirî û bihêzbûna jinan di aliyê aborî û civakî de kooperatîf pir girîng in. Kooperatîf ku dihêle jin xwe bipêşbixin, ji xwe re qadên civakî vekin û di heman demê de jî hilberînên xwe derxin.

Di Kooperatîfa Jinan a Evînê de jin piştevaniyê didin hev; her wiha hilberîna cil û bergan jî dikin û difroşin.

 Kooperatîfa Jinan a Xwasor ya li Wanê di sala 2015`an de hat vekirin. Di banê kooperatîfê de sebze dihatin çandin, berhemên paqijî dihatin hilberandin û gelek tiştên din jî dihatin çêkirin û hilberandin.

 Lê kooperatîfa Xwasor di sala 2016`an de hat girtin. Beriya du salan li ser cerebeya Kooperetîfa Xwasor ve carê jî 15 jin hatin gel hev û Kooperatîfa Jinan a Evîn vekirin.

 

Hasret Îpek: Kooperatîf ji bo jinan derfet e

 

Yek ji kedkarên kooperatîfê Hasret Îpek da zanîn ku xabatên kooperatîfê dihêlin ku jin li ser lingên xwe bisekine û derfetên mezin dide wan.

Hasret Îpek got: "Kooperatîf piştgiriyek baş dide me. Em jî dixwazin vê pêş bixînin. Em li vir pereyê xwe qezenc dikin û baweriyê dide me. Biserketina jinan girîng e. Em di aliyê aborî de piştgiriyê didin malbata xwe. Em hewcedariyên xwe pêşwazî dikin. Divê her jin vê bike."

 

"Li vir her kes wekhev e"

 

Her wiha endama kooperatîfê Gurbet Akti jî diyar kir ku cilên zarokan didrûn û got: "Em jin divê li ser lingên xwe bisekinin. Em li vir berheman hildiberînin lê divê bi stokan sînor nemîne. Divê piştgiriyê bidin me. Em ê xwe hîn bêtir pêş de bibin. Li vir rêveberî tune ye. Her kes wekhev e."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye