5 rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna damezirandine.
Damezrandina 'Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-Jîna' wekî sîwaneke sivîl-neteweyî û parêzvaneke rasteqîn a rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan e.
Navên rêxistinên ku platform avakirine wiha ye:
"Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Jinên Têkoşîna Kurdistana Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê."
Daxuyaniya Platformê jî bi vî rengî ye:
Di sed salên borî de, têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd ji bo rizgariyê berdewam û bênavber bû.
Rola jinan nîşan da ku azadiya welat bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin.
Di berdewamiya dîrokê de jinên Kurd ne tenê beşek ji nasname û têkoşîna neteweyî bûn, di heman demê de ew ruh û giyanê serhildanê bûn.
Di serdema nû de, lûtkeya rêberiya jinan di serhildanê de dest pê kir."
"Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê duqatan rastî zilm û zordariyê tên"
Di berdewamiya daxuyaniya platformê de wiha hate gotin:
"Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê her tim bûne hedefa zilm û zordariya du alî.
Ji aliyekî ve, ew ji mafên xwe yên neteweyî wekî Kurd bêpar mane û ji aliyê din ve, ew wekî jinek di bin qanûnên muhafezekar de rastî zilm û zordariyê tên.
Me piştî çend hevdîtin û nîqaşan dît ku em hewcedariya yekîtî û xebata bi hev re ne."
"Li derdora platformê bicivin"
Di berdeamiya daxuyaniyê de tekezî bi têkoşînê hat kirin û wiha dewam kir:
"Ev platform girêdana di navbera têkoşîna neteweyî û têkoşîna mafên jinan de xurt dike û li dijî vê zilma dîrokî ya li dijî “jinên Kurd” derdikeve."
Her wiha di dawiyê de Platforma Jinan a Rojhilatê Kurdistanê bang li hemû jinên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi israr û parastina mafên xwe yên rewa, li dora vê platformê bicivin.