Têkoşîna jinên Îndonezyayê: Hem li dijî agirê daristanan hem ji bo wekheviya zayendî

Koma agirkuj a yekem a jinan "Power of Mama" li herêma Kalimantana Rojava, li aliyekî daristanên Borneoyê ji şewatên mezin diparêze, li aliyê din jî li hemberî cûdahiya zayendî û nêrînên paşverû yên civakê têkoşîneke bêhempa dimeşîne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li girava Borneoyê ya Îndonezyayê, zêdetirî 140 jinên ku piraniya wan kebanî û cotkar in, di bin sîwana koma "Power of Mama" (Hêza Dayikan) de bûn yek da ku axa xwe ji xetera şewatê biparêzin. Ev koma ku di sala 2022'an de ji ber metirsiya tenduristiyê ya li ser zarokan hat damezirandin, îro veguheriye sembola berxwedana jinê ya li herêmê. Jinên temenê wan di navbera 20 û 58 saliyê de, rojane bi motorsîkletan derdikevin dewriyeyê û çavdêriya daristanan dikin.

Ev dayik ne tenê bi av û xartûman agir vemirînin, di heman demê de teknolojiyên nûjen ên mîna dronan jî bi kar tînin da ku cihê agir tespît bikin û agahiyê bidin navendên fermî.

Digel perwerdehiya fîzîkî, ew gund bi gund digerin û cotkaran li ser zirarên rêbaza "birîn û şewitandina" daran hişyar dikin.

Lê belê, astengiya herî mezin a li pêşiya van jinan ne tenê germahî û dûmana jehrî ye. Jinên agirkuj di civakeke ku vî karî tenê wekî "karê mêran" dibîne de, rastî rexne û zayendperestî tên.

Tevî hemû zextên civakî jî, gava mêr ji bo kar diçin bajarên dûr, ev jin wekî mertalê yekem ê parastina gundan li qadan dimînin û nîşan didin ku parastina xwezayê zayendê nas nake.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye