Rêveberiya DYA'yê bi vê biryarê destûra "U-turn" a ku di sala 2024'an de ji aliyê Joe Biden ve hatibû dayin bi temamî betal kir. Li gorî vê yekê, bankayên DYA'yê wê transferên dolaran ên ji bo Kubayiyan red bikin û hemû karên aborî yên neyekser ên bi saziyên artêşa Kubayê re qedexe bin. Her wiha geştên çandî, civînên profesyonel û konferans êdî tenê bi destûra taybet dikarin pêk werin.
Ev gava Washingtonê rastî berteka tund a Havanyê hat. Wezîrê Karên Derve yê Kubayê Bruno Rodríguez diyar kir ku armanca DYA astengkirina aboriya welat e.
Ji aliyê din ve, pispor hişyariyê didin ku ev guhertin dê karê kargehan zehmet bike û bandoreke nerênî li ser kirîna xurek û sotemeniyê bike. Ev biryara nû rageşiya siyasî ya di navbera her du welatan de careke din bilind kir.