Ajansa Mafên Sereke ya Yekîtiya Ewropayê (FRA) raporeke nû belav kir.
Di raporê de, hat eşkerekirin ku jinên ji ber şerê Ûkranyayê berê xwe dane welatên YE’yê, gelekî bi tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî re rû bi rû dimînin.
Li gorî rapora FRA’yê; "piştî dagirkeriya Rûsyayê ya çar salan beriya niha da destpêkirin nêzîkî 2,5 milyon jin û zarokên keç ji Ûkraynayê koçberî welatên endamên YE’yê bûn" û li wan welatan statuya parastinê standine.
Lê belê Dîrektorê ajansê Sirpa Rautio, got:
“Tevî parastinên YE’yê pêşkêş kirine jî gelek jin bi binpêkirinên mafan ên cidî re rû bi rû dimînin û beşeke ji wan xwe di ewlehiyê de nabînin.’’
Rautio, bang li welatên endamên YE’yê kir û ev yek anî ziman:
“Li hemberî tiştên ku tên serê jinan, ji bo ku jin ji nû ve jiyana xwe ava bikin, parastina wan, piştgirîdayîna wan û dabînkirina xwegihandina edaletê mecbûrî ye.’’
Li gorî lêkolînê, ji sedî 25’ê jinên penaber ên Ûkraynayî ji destpêka şer heya niha herî kêm carekê bi tundiya fîzîkî yan jî ya zayendî re rû bi rû mane.
Daneyên FRA’yê nîşan didin ku ev rêje li gorî nifûsa giştî ya jinan e, ev jî tê wateya xetereyeke mezintir.
Li 27 welatên endamên YE’yê ji sedî 62’yê jinan bi tundiyê re rû bi rû mane
Li 27 welatên endamên YE’yê ji sedî 62’yê jinan bi tundiyê re rû bi rû mane.
Di heman demê de, ji sedî 9’ê wan jî dema keçberî welatên YE’yê dibûn rastî tundiyê hatine.
Ji sedî 39’ê jinan jî li Ûkraynayê bi tundiyê re rû bi rû mane.
Hate diyarkirin ku beşeke mezin a sûcdarên van bûyeran kesên ji hêzên Rûsyayê ne.
Ji sedî 51’ê jinên Ûkraynî rastî tacewiza zayendî hatine
Li gorî raporê, ji sedî 51’ê jinên Ûkraynî ji destpêka şer heya niha bi tacwiza zayendî re rû bi rû mane.
Hate destnîşankirin ku ev rêje li gorî nifûsa jinan a li seranserî YE’yê zêdetir e.
Her wiha FRA’yê, diyar kir ku hin jin ji bo ku xwe ji trawmayên şer rizgar bikin, nikarîbûn xwe bigihînin xizmetên tenduristiya derûnî.