Tundûtûjiya zilaman bê rawestan didome.
Rojane li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê jin ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin.
Bûyerên tundûtûjî û qetilkirinê di van demên dawî de her diçe zêde dibe.
Duh li gelek bajaran bûyerên qetilkirinê rû dan.
Li Mêrdîn, Dîlok, Edenê, Konya û Mûglayê di rojekê de 5 jin hatine qetilkirin.
Cenazeyê keça 15 salî Merve Erbek hat veşartin
Merve Erbek, keçeke 15 salî, di 9’ê Tîrmehê de li mala xwe ya li taxa Şahwerdî ya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, bi guleyekê ji pişta serê xwe ve birîndar bû.
Merve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê wefat kir.
Piştî otopsiyê, cenazeyê wê radestî malbata wê hat kirin û li taxa Ketû ya gundewarê Dêrikê hat veşartin.
Gelek welatî, her wiha nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîma cenazeyê Merve Erbek bûn.
Li Dîlokê jina bi navê Hatîce g. hate qetilkirin
Li navçeya Şehitkamil a Dîlokê, Halîl G. bi çekekê hevjîna xwe Hatîce G. qetil kir.
Piştî agahiya cîranan, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di muayeneya destpêkê de derket holê ku Hatice G. jiyana xwe ji dest daye.
Êrîşkar hatiye girtin û lêpirsîna li ser bûyerê dest pê kiriye.
Li Edeneyê jinek hat eşkencekirin
Li navçeya Çukurova ya Edeneyê, zilamekî bi navê DG îşkence li hevjîna xwe KC kir û hewl da ku bi tiştekî tûj wê bikuje.
Piştre êrîşkar ji cihê bûyerê reviya.
KC rakirin nexweşxaneyê, êrîşkar jî di kulubeya ku lê xwe veşart de hate girtin.
Jina ku bi giranî birîndar bû hîn jî tê dermankirin.
Piştî îfadeyên li qereqola polîsan, tawanbar birin dadgehê û piştre ji aliyê dozger ve hate girtin.
Tê gotin ku jina ku birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajarê Edeneyê, hîn jî tê dermankirin.
Tundûtûjiya mêran li Konyayê zêde bûye 2 jin hatin qetilkirin
Li navçeya Selçukluyê Rahman Ozturk diya xwe Dursuniye Ozturk û xwişka xwe Esmanur Ozturk qetil kir.
Rahman Ozturk li Taxa Işiklar a navçeya Selçuklu ya Konyayê diya xwe Dursuniye Ozturk û xwişka xwe Esmanur Ozturk qetil kir.
Piştî ku cîranan bûyer ragihandin, tîmên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Rahman Ozturk dayik û xwişka xwe kuşt
Dema ku ketin hundirê malê, tîmên tenduristiyê tespît kirin ku Dursuniye û Esmanur Ozturk jiyana xwe ji dest dane.
Polîsan tawanbar Rahman Ozturk binçav kirin û li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.
Jinek li bajarê Muglayê hat qetilkirin
Li navçeya Menteşe ya Muglayê, zilamekî bi navê NB Sevil Işıktekin bi lêdana wê bi giranî birîndar kir. Piştî agahiyên ji kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Sevil Işıktekin a ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Muglayê, jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyerê, sûcdar NB hate girtin, û lêpirsîna bûyerê berdewam dike.