Rojnamevan Duzen Tekkal xelata navneteweyî li Almaniya wergirit

“Xelata Navneteweyî ya Zimanê Şîn” ku her sal li Almanyayê ji bo kesayetên wêrek tê dayîn, îsal ji rojnamevan û çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal re hat dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rojnemevan û çalakvana Kurd a Êzidî Duzen Tekkal li Elmanyayê dijî, hêjayî Xelata Navneteweyî ya Zimanê Şîn (Die Blaue Zunge) ya her sal ji bo kesayetiyên wêrek ên bandorek erênî li ser civakê dikin tê dayîn, hat dîtin. Duzen Tekkal a di merasîma ku li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi amadebûna zêdetirê 15 hezar kesan hat lidarxistin de xelat girt. Di dema xelat kirinê de axivî û balkişand ser zexitên Rojhilata Navîn û banga bêdengbûna li dijî bêdengkirina dengê kesên azad kir. Her wiha rojnemevan Duzen Tekkal got ez vê xelatê li ser navê 50 milyon Kurd û tevahiya mirovahiyê wergirt. Rojnemevan Duzen Tekkal keçeke Kurde li Almaniya ji dayîk bûye û li wir dijî.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye