Amedspor bi Umut Meraş re peymanek du salî îmze kir

Amedsporê ragihand ku di çarçoveya plansaziya tîmê xwe ya ji bo sezona 2026-2027’an de, wan bi berevanê çepê Ûmut Meraş re peymanek du salî îmze kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Amedspor beriya sezona nû çalakiyên xwe yên veguhastinê didomîne.

Klûba kesk-sor ragihand ku wan bi berevanê çepê Ûmut Meraşê ku beriya naha ji bo Eyupsporê lîstibû re ji bo 2 salan peymanek îmze kir.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla klûbê ve hate weşandin û hate gotin ku veguhastin di çarçoveya plansaziya tîmê ya sezona 2026-2027’an de pêk hatiye.

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku em Ûmut Meraş li malbata Amedsporê pêşwazî dikin û jê re sezoneke bi hêz û serkeftî dixwazin.

Ûmut Meraş ji bo îmzeya nû ya Amedsporê, bi klîbek taybet hate ragihandin ku tê de helbestvanê navdar Amedê,Ehmed Arif û melodiyên Mikail Aslan hate weşandin.

Amedspor, vîdeoyek taybet ji bo Ûmut Meraş weşand û di medyaya dijîtal de rastî eleqeyeke mezin hat.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye