Alîgirên Arjantînî beriya maça Îngilîstanê rastî sînordarkirinê hat

Rayedaran beriya maça nîvfînala Kûpa Cîhanê ya 2026’an a Arjantînê û Îngilîstanê sînordarkirin li ser alîgiran ferz kirin û di dema lîstikê de her cûre slogan an jî dirûşmeyên siyasî qedexe kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî rojnameya La Voz, qedexe bi taybetî hemû peyamên têkildarî mijara Giravên Falkland (Malvinas) digire nav xwe.

Nakokiyeke dîrokî di navbera Arjantîn û Îngilîstanê de, alîgirên Londirayê giravê wekî axa xwe dibînên û alîgirên Arjantînê jî serweriya xwe îdîa dike.

Wezîra Ewlehiyê ya Arjantînê Alejandra Montoliva diyar kir ku îdiayên ji bo Giravên Malvinas aîdî Arjantînê ne peyamek siyasî ye, û got ku armanca peymanê ew e ku pêşî li her xwepêşandanekê bigire ku dikare bibe sedema rageşî an tundûtûjiyê di nava alîgirande.

Hesasiyeta vê mijarê ji şerê sala 1982’an ê di navbera Arjantîn û Îngîlîstanê de li ser kontrola giravan tê.

Di encamê de Îngîlîstan bi ser ket û hêzên Arjantînê jî têk çûn.

Nîvfînala Kûpaya Cîhanê ya sala 2026'an a di navbera Arjantîn û Îngilîstanê de îro êvarî saet 22:00 were lîstin. 

Tîma ku bi ser ket dê di fînala 19’ê Tîrmehê de bi Spanyayê re rûbirû bimîne. 

Spanya duh êvarî tîma Fransayê 2-0 têk bir û gihîşt fînalê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye