Hejmara taximên ku ji bo fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026'an hatine hilbijartin, niha temam bûye.
48 taxim ji bo sernavê di mezintirîn çapa dîroka Kûpaya Cîhanê de pêşbaziyê dikin.
Du taximên dawîn ên ku bi ser ketin, Komara Demokratîk a Kongoyê û Îraq bûn û bi vî awayî lîsteya beşdaran temam bû.
Grûpên beşdar, wiha hatin belavkirin:
Koma A: Meksîka, Afrîkaya Başûr, Koreya Başûr, Komara Çekya.
Koma B: Kanada, Bosnîya, Qeter, Swîsre.
Koma C: Brezîlya, Mexrib, Haîtî, Skotlanda.
Koma D: DYA, Paraguay, Awistralya, Tirkiye.
Koma E: Almanya, Curaçao, Perava Diranfîl, Ekwador.
Koma F: Hollanda, Japonya, Swêd, Tûnis.
Koma G: Belçîka, Misir, Îran, Zelanda Nû.
Koma H: Spanya, Kap Verde, Erebistana Siûdî, Ûrûgûay.
Koma I: Fransa, Senegal, Îraq, Norwêc.
Koma J: Arjantîn, Cezayîr, Awisturya, Urdun.
Koma K: Portugal, Komara Demokratîk a Kongoyê, Ozbekistan, Kolombiya.
Koma L: Îngilîstan, Kirwatistan, Gana, Panama.
Taximê yekem û duyem ji her komê, ligel 8 tîmên herî baş ên rêza sêyem, derbasî tûra 16'an dibin.
Dê pêşbirk ji 11'ê hezîranê heta 19'ê tîrmehê were lidarxistin
Pêşbirk ji 11'ê Hezîranê heta 19'ê Tîrmehê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada û Meksîkayê tê lidarxistin.
Maça vekirinê jî dê li Stadyuma Azteca ya Meksîkayê were lîstin ku Taximê neteweyî yê Meksîkayê dê li wir bi Afrîkaya Başûr re bilîze.
Hêjayî gotinê ye ku taximê neteweyî ya Arjantînê şampiyona dawîn a Kûpaya Cîhanê ya ku di sala 2022'an de li Qeterê hatibû lidarxistin, qezenc kiribû.