Vinicius Jr. di derbarê pêşeroja xwe li Real Madrid de nîqaş û spekulasyonên derketine holê de Real Madrid, demeke hewl dide ku lîstikvanê xwe razî bike û peymanek nû bi wî re îmze bike.
Vinicius Jr. peymana wî ya bi Real Madridê re di hezîrana sala 2027'an de diqede.
Tê gotin ku Arsenal berî destpêkirina sezona sala 2026 2027'an dixwaze Vinicius, îmze bike.
Bi awayekî suprîz, rojnameya spanî AS ragihand ku klûba Londonê hemû hewldanên xwe ji bo îmzekirina Vinicius Junior, dike.
Tîma Arsenal ji bo veguhestina Vinicius, wekî hedefa yekem dihesibine.
Jose Mourinho berî destpêkirina sezona nû naxwaze Vinicius ji tîmê biçe
Lêbelê, Rojnemeya The Telegraph ragihand ku Jose Mourinho berî destpêkirina sezona 2026-2027 bersivek rasterast û teqez daye derbarê îhtîmala çûyîna Vini bo Arsenalê.
Rojnameyê diyar kir ku Mourinho bi tundî li dijî çûyîna lîstikvanê xwe sekinîye.
Rahênerê nû yê Real Madrîdê ji klûbê re eşkere kiriye ku ew dixwaze hemî lîstikvanên wî yên sereke, wekî Vinicius, di dema veguheztina havînê ya heyî de bimînin.
Stêrkê Brezîlyayê di sezona sala 2025-2026’an de di tevahiya pêşbirkê de, ji bo Real Madrîdê 53 maç lîstiye û 22 gol avêt.
Her wiha têkiliya Vînî bi rêveberên cûda yên tîmê re sezona borî ne baş bû, ji ber vê yekê Arsenal li ser îmzekirina baskê Brezîlyayî difikire.