Golparêz Erce Kardeşler ji Amedsporê veqetiya

Duh kaptanê tîma Amedspor Erce Kardeşler bi peyamekê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku ji Amedspor veqetiyaye. Erce di peyama xwe de spasiya hemû rêveber, heval û hebatkarên tîma xwe kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Kaptanê Amedsporê Erce Kardeşler bi peyameke xatirxwestinê ragihand ku ew ji Amedsporê veqetiyaye.

Kaptan Erce Kardeşler sezona borî bi formaya Amedsporê performanseke serkeftî nîşan dabû.

Lîstikvanê serkeftî bi peyamekê xatir ji kulûba xwe xwest.

''MIN MIROVÊN GELEKÎ HÊJA NAS KIRIN''

Erce Kardeşler li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyama veqetînê belav kir.

Kardeşler diyar kir ku wî li Amedê ne tenê futbol lîstiye, di heman demê de dostaniyên hêja jî bi dest xistine û wiha got:

"Di dema xwe ya li vir de min tenê li qadê têkoşîn nekir.

Min bajarekî xweş nas kir û min mirovên gelekî hêja nas kirin.

Min bîranînên ku ez dê ti carî ji bîr nekim, kom kirin.

Ez dê dilpakiya Amedê û hezkirina mirovên wî bajarî her tim bi xweşî bi bîr bînim."

'HÊVIYA SERKEFTINÊ YA LI SUPER LÎGÊ'

Kardeşler di peyama xwe de spasiya birêvebirên kulûbê, desteya teknîkî, hevalên xwe yên tîmê û alîgiran kir û wiha pê de çû:

"Ez spasiya birêvebirên me, rahênerên xwe hevalên xwe yên tîmê, xebatkarên klubê û alîgirên me dikim ku her tim bi me re bûn.

Dema ez ji vê derê diçim ez dostaniyan, bîranînên xweş û çîrokeke gelekî taybet a ku me bi hev re nivîsiye li pey xwe dihêlim.

Ez ji dil spasiya vî bajarê xweş û her kesî dikim.

Ez ji bo Amedsporê li Lîga Super sezoneke tije serkeftin dixwazim."

AMEDSPOR DAXUYANIYEK PARVE KIR

Amedsporê jî li ser veqetîna Kardeşler daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Amedsporê de ev hat gotin:

"Spas Kaptan piştî lihevkirina her du aliyan rêya me û kaptanê me Erce Kardeşler ji hev cuda bû.

Ji bo ked, piştgirî û fedakariya ku wî di bin formaya Amedsporê de daye kulûba me, em spasiya wî dikin û em jê re serkeftinê dixwazin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye