Fenerbahçe pûanên xwe derxist 60'î

Fenerbahçe, Gaziantep FK 4-1 têk bir û 12'emîn serketina xwe ya li ser hev bi dest xist û pûanên xwe gihand 60'î.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fenerbahçe di hefteya 27'emîn a Lîga Süper de mêvandariya taximê Dîlokê kir.

 

Fenerbahçeyê maça li Kadikoyê de bi skora 4-1 qezenc kir.

 

Taximê şîn û zer di deqeya 41'emîn de bi golek ku ji hêla Nene ve hatî avêtin pêş ket.

 

Di nîvê yekem de tu golên din nehatin avetên niva yekem bi vî rengî dawî bu.

 

Lîstikvanê Gaziantepê A.Maxim di deqeya 52'emîn de bi golek ji penaltî  yê encam wekhev kir.

 

Di deqeya 59'emîn de, Kante derket ser dikê û Fenerbahçe careke din ket pêş.

 

Her wiha Nene di deqeyên 68'an û 79'emîn de dû golên din avêt û hat-trick kir.

 

Fenerbahçe di salên dawî de li hemberî  taximê Gaziantepê 12 maç lîstin, di van hemû maçan de bi ser ket.

 

Bi vê encamê Fenerbahçe pûanên xwe derxist 60'an û bi maçeke zêde re ferqa li jor ya puanan 4 kêm kir.

 

Taximê Gaziantep FK di 33 pûanan de ma.

 

Fenerbahçê piştî betlaneya Navneteweyî dê mêvandariya Beşiktaş bikin.

 

Lîstikvanê Burak Yilmaz jî wê mêvandariya Alanyasporê bikin.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye