Yekîtiya Komeleyên Futbolê yên Ewropî (UEFA) 5 hezar euro cezayê pere li Federasyona Fûtbolê ya Ûkraynayê birî.
Li gor biryara cezakirinê, dê lîstika xwe ya din a li malê bê temaşevan li dar bixe.
Ev ji ber "reftarên nijadperest û cudakar" ên alîgirên taximê Ûkrayna di maça qonaxa komê ya Şampiyoniya Futsalê ya Ewropayê ya 2026`an de a li hember taximê Lîtwanyayê.
Di wê maçê de, taximê neteweyî yê Ûkraynayê bi encama 4 - 1 taximê neteweyî yê Lîtwanyayê têk biribû.