Amedspor mêvanê xwe Vanspor bi 1-0 têk bir

Amedspor di Lîga Yekemîn a Tirkiyê de, mazûvaniya Vansporê kir û bi encama 1-0 bi ser ket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya 27`emîn ji Lîga Yekemîn a Trendyolê de, duh taximê Amedsporê di maça xwe ya li hember Vansporê bi encama 1-0 serkeftinek bi dest xist.

 

Maç, li stadyoma "Diyarbakir" hate lîstin, beriya ku maç dest pê bike alîgirên her du taximan jî peyamên "biratiyê" dan û dostaniya xwe nîşan dan.

 

Nîvê yekem ê maçê, şahidî ji kelecaneke mezin re kir, lê di encamê de ti gol nehatin avêtin û nîvê yekem ê maçê bi 0-0 qediya.

 

Gola serkeftinê di xulekên zêdekirî de hat tomarkirin

 

Heta ku Beriya maç biqede jî, encama maçê nehat guhertin lê di xulekên zêdekirî 90+4an de, lîstikvanê Amedsporê Afena-Gyan derket ser dikê û gola serkeftinê qezenc kir.

 

Maç, bi encama 1-0 bi dawî bû .

 

Amedspor, bi vê serkeftinê re puanên xwe gihandin 54`an li paş Erzurumsporê ku xwedî 57 puanan e û di rêza yekem de cihê xwe digire û Erokspor ku bi 56 puanan û di rêza duyemîn de dimîne.

 

Amedspor, di her du maçên xwe yên dawî de, serkeftin bi dest nexistiye.

 

Piştî ku Mesut Bakkal wekî rahêner vegeriya tîmê, Amedspor dixwaze sûdê ji stadyum û alîgirên xwe wergire da ku ji rikaberiya ji bo rêza yekem a lîgê dûr nekeve.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye