FIFA: Denîz Undav destkeftiyên mezin qezenc kir

Malpera Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA), pesnê lîstikvanê Kurd Denîz Undavê stêrkê Tîma Neteweyî ya Almanyayê da.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

FIFA li ser malpera xwe ya fermî raporek li ser Denîz Undav belav kir û tê de wiha got:

"Denîz Undav yedekekî super e.

Wî tiştek ji Almanyayê re aniye ku di Kupayên Cîhanê yên 2018 û 2022`an de nebû û di qonaxa yekem de hatin derxistin.

Malpera FIFA`yê got ku, "Undav kurê dayîk û bavekî Kurd e" û ev agahî da:

"Sezona borî di 46 maçên fermî de ji bo Stuttgartê 25 gol avêtin û 14 asîst kirin.

Destkeftiya wî ya herî mezin a bi wê tîmê re, birina Kupaya Almanyayê ya 2025`an bû.

Dibe ku hîn dem mabe ji bo ku Undav ahenga serkeftinê di şampiyoniyeke mezintir de bigerîne.

Ew 19`ê Tîrmehê ku tam roja maça fînalê ya Kupaya Cîhanê ye, dibe 30 salî".

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye